Li Dêrsimê helîkoper ket

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê helîkoptera ku 12 tê de ket xwarê.

18 Avrêl 2017 - 09:23
18 Avrêl 2017 - 09:23
 0
Li Dêrsimê helîkoper ket

Li gor agahiyan medyaya Tirkiyê helîkoptera Rêveberiya Ewlekariyê ku dozger, dadger û polîs tê de bûn, ket xwarê.

Parêzgariya Dêrsimê jî ragihand ku helîkoptera 7 polîs, dadgerek, eferserek û 3 muretebat tê de bûn, di seat 11.40ê de ji navçeya Pilemûriyê ya Dêrsimê rabûye û piştî 10 xulekên din jî ji radarê wenda bûye.

Di daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê de wiha hat gotin: "18ê Nîsana 2017an saet 11.40ê de helîkoptera polîsan a Skorskyê ji navçeya me ya Pilumuriyê rabû û piştî 10 xulekan sînyala wê qut bû.

Tê nirxandin ku di helîkopterê da 7 polês, dadwerek, astsûbayek û 3 muretebat hene. Herwiha tê pêşbînîkirin ku helîkopter ji ber rewşa neyênî ya hewayê kete xwarê. Gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ber bi herêmê hatine şandin."

Ev nûçe bi tevahî 1689 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:01:55