Iraqê derbarê bûyerên li Xurmatuyê biryarek nû wergirt

Parlamentoya Iraqê di rûniştina îro de ji bo lêkolînkirina bûyerên navçeya Xurmatoyê, biryara avakirina komîsyonekî da.

8 Çile 2018 - 07:37
8 Çile 2018 - 07:37
 0
Iraqê derbarê bûyerên li Xurmatuyê biryarek nû wergirt

Li gorî agahiyên Rûdawê Parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ferhad Qadir got, "Parlamentoya Iraqê bi yekdengî biryar da ku ji bo lêpirsîna bûyerên li Dûzxumartû komîteyek were avakirin."

Qadir ragihand ku parlamentoyê di danişîna xwe ya îro de bi dengê 170 parlamenteran biryar da, ku ji bo lêpirsîna bûyerên dawîn ên li Duzxumartûyê komîteyekê ava bike û got, "Komîte ji nûnerên komîsyon ên mafên mirovan, koçberan û parastin û ewlehiyê pêk tê."

Ev nûçe bi tevahî 2018 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:16:22