Îran: Perçebûna Iraq û Sûriyeyê ji bo cîhanê metirsî ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf parast ku daxwaza etnîk û eşirên li Iraq û Sûriyeyê ya cudabûnê ji bo cîhan û herêmê metirsî ye.

8 Çile 2018 - 09:55
8 Çile 2018 - 09:55
 0
Îran: Perçebûna Iraq û Sûriyeyê ji bo cîhanê metirsî ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro di Konferansa Ewlehî ya Tehranê de axivî û got, "Xelk û dewleta Sûriye û Iraqê di 6 salên raborî de bi giyanfedayî li dijî DAIŞê rawestiya û deskeftiyên mezin bi dest xistin. Em kêfxweş in ku li tenişta xelkê Sûriyeyê rawestiyan."

Zerîf wisa berdewam kir, "DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê rastî şikestinê hat lê li Asyaya Navîn û Efxanistanê xurt dibe û li herêmê û cîhanê bi bandor dibe. Jidestdayîna yekperçebûna neteweyî û xaka welatên li herêmê, daxwaza etnîk û eşîrên li Iraq û Sûriyeyê ya cudabûnê ji bo cîhan û herêmê metirsî ye."

Ev nûçe bi tevahî 2137 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:35:00