Îro 906 milyar ji Bexdayê dikeve ser hesabê bankê yê Herêma Kurdistanê

Îro 906 milyar dînar ji Bexdayê dikeve ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

2 Tebax 2023 - 04:50
2 Tebax 2023 - 04:50
 0
Îro 906 milyar ji Bexdayê dikeve ser hesabê bankê yê Herêma Kurdistanê

Rêveberê Giştî yê Bankên Bazirganî Mewlûd Sabir ji ajansa K24ê re ragihand: “Rêbazên şandina pereyan ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê dest pê kiriye. Îro 906 milyar dînar dê bikeve ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Got jî: “Hikûmeta Iraqê biryar daye mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne ser hesabê bankî yê Wezareta Darayî û rêkarên vê proseyê jî dê dê were cîbicîkirin.”

Mewlûd Sabir destnîşan kir jî, “Her dema pere bigihin, em dikarin di nava 4 rojan de mûçeyên hemû karmendên Herêma Kurdistanê dabeş bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 709 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:25:59