Iyad Elawî, careke din hişyarî da Ebadî

Careke din, cîgirê serokê Iraqê Iyad Elawî hişyarî derbarê hebûna hin ecêndeyan da, ku dixwazin aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin, bêyî ku xwediyên wan ecêndeyan eşkere bike.

26 Berfanbar 2017 - 13:02
26 Berfanbar 2017 - 13:02
 0
Iyad Elawî, careke din hişyarî da Ebadî

Elawî di daxuyaniyekê de dide xuyakirin, ku welatiyên Kurd ketine bin dilovaniya nakokiyên di nav Hewlêr û Bexdayê de û rexneyên tund li hikûmeta Iraqê kir û got: "Bi sedema dorpêçên hikûmeta Iraqê li ser Herêma Kurdistanê, mûçeyê xelkê Kurdistan paşdikeve û welatiyên Kurd ketine bin bandora rewşeke dijwar de".

Elawî dibêje: "Pêwîst e em li pey bizavên serokê Iraqê Fûad Masûm û li pey wan aliyên siyasî ve biçin û di zûtirîn dem de kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de çareser bikin".

Elawî tekez dike, ku pêwîst e di pileya yekem de, hikûmeta Iraqê berpirsatiya xwe beramberî wê rewşa dijwar ya abûrî li Herêma Kurdistanê bicî bike.

Ev bû kêmtirî hefteyekê, Iyad Elawî ji bo sêyem car hişyariyê derbarê hebûna hin ecêndayên siyasî dide, ku dixwazin ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin.

Ev nûçe bi tevahî 1534 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:51:44