Sirbîstanê rêveberek PAKê radestî Tirkiyê kir!

Sirbîstanê, Cevdet Ayazê serokê şaxa Mûşê yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) radestî Tirkiyê kir. Tê gotin ku Ayaz ev salekê li Sirbistanê.

26 Berfanbar 2017 - 13:05
26 Berfanbar 2017 - 13:05
 0
Sirbîstanê rêveberek PAKê radestî Tirkiyê kir!

Cevdet Ayazê ku li Tirkiyê derbarê wî de, bi tometa ‘hewldana xerakirina pergala yasayî' heta bi 15 salan ceza jê re tê xwestin, ev saleke ku li Sirbistanê dijî.

Ayazê ku ev zêdeyî mehekê li Sirbistanê di binçav de bû, di çarçoveya biryara ku Wezîrê Adaletê yê Sirbistanê Nela Kuburovîç daye de ji bo Tirkiyê hate radest kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1362 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:36:38