Jake Sullivan: Kurd zêrevaniya girtîxaneyekê dikin bi hezaran çekdarên DAIŞê tê de ne

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amrîkayê dibêje, “Em li ser piştevanîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dibin.” Herwesa dibêje, “Kurd zêrevaniya girtîxaneyekê dikin ku bi hezaran çekdarên DAIŞê tê de ne. Eger ew çekdar rizgar bibin, em hevrûşî mezintirîn gef dibin.”

23 Berfanbar 2024 - 07:26
23 Berfanbar 2024 - 07:26
 0
Jake Sullivan: Kurd zêrevaniya girtîxaneyekê dikin bi hezaran çekdarên DAIŞê tê de ne

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amrîkayê Jake Sullivan got, “Mezintirîn nîgeraniya me li Sûriyeyê ew e ku, DAIŞ feydeyî ji nebûna desthilatê li deverê werbigire.” Herwesa got, “Kurd di şerê li dijî DAIŞê de baştirîn hevpeymanên me bûn, em nîgeran in ku Tirk wan bi şerê xwe ve mijûl bikin.”

Jake Sullivan ragehand, “Em berdewamiyê didin piştevaniya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji bo ku DAIŞ dîsa serê xwe raneke.” Herwesa got, “Kurd zêrevaniya girtîxaneyekê dikin ku bi hezaran çekdarên DAIŞê tê de ne. Eger ew çekdar rizgar bibin, em hevrûşî mezintirîn gef dibin.”

Ew gotinên Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amrîkayê Jake Sullivan piştî konferansa rojnamevanî ya îro ya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Desteya Tehrîr Şamê Ehmed Şera ya li Şamê hat, ku behsa jiçekkirina koman kir û ji wan koman jî PKK û YPG û HSD.

 

Ev nûçe bi tevahî 485 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:22:28