JD Vance: Amerîka dixwaze bi Îranê re peymaneke berfireh îmze bike
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand, Washington hewl dide bi Tehranê re bigihîje peymaneke giştgir û diyar kir, Îranê jî daxwazeke wiha ya ji bo lihevkirinê nîşan daye.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance li Zanîngeha "Georgia" di gotarekê de derbarê pêvajoya danûstandinên bi Îranê re, destnîşan kir, tevî berdewamiya danûstandinan, peymana agirbestê ya ligel Îranê hîn jî cîgir e.
Vance destnîşan kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump naxwaze peymaneke sînordarkirî encam bide, lê belê daxwaza çareseriyeke berfirehtir dike ku hemû dosyayên cuda bigire nav xwe, bi taybetî rêgirtina li Îranê ya ji bo dabînkirina darayî bo komên xwe yên birîkar li navçeyê.
Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha bal kişand ser wê yekê, gihîştina çareseriyê ligel Îranê bilez pêk nayê; ev jî ji ber komkirina bêbaweriya navbera her du aliyan a di dema borî de ye. Aşkere kir, niha mijara sereke ya gotûbêjan ew e ku were mîsogerkirin ku Tehran nebe xwediyê çekên atomî.
Ligel vê yekê, Vance kêfxweşiya xwe bi arasteya niha ya gotûbêjan anî ziman û tekez kir, şandeya danûstandinkar a Îranê daxwaza xwe ya ji bo gihîştina rêkeftinê nîşan daye.
Vance got: "Amerîka amade ye di warê aborî de, wekî dewleteke asayî ligel Îranê serederî bike, heke Tehran amadehiya xwe nîşan bide ku wekî dewleteke asayî tevbigere."
Ev daxuyaniyên Vance piştî wê yekê tên, danûstandinên Îslamabadê di 11 û 12ê Nîsanê de bêyî rêkeftinekê bidawî bûn. Ew danûstandinên ku 21 saetan ajotin, yekemîn gotûbêjên rasterast ên her du welatan bûn ji piştî sala 1979an û vir ve.
Di wan civînan de, JD Vance serokatiya şandeya Amerîkayê kir û li beramberî wî jî Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Derve Ebbas Araqçî beşdar bûn. Mijar zêdetir li ser bernameya atomî, cezayan û dosyaya Tengava Hurmizê bûn, tevî ku agirbesteke lerzok di navbera wan de berdewam e.
Li aliyê din, Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "New York Post" amaje bi wê yekê kir, dibe di nav du rojên bê de danûstandinên li Pakistanê careke din dest pê bikin. Hevdem ajansa Reutersê li ser zarê çavkaniyên Îranî û Îslamabadê veguhestiye ku tîmên danûstandinê amadekariyan dikin ku di vê hefteyê de vegerin Pakistanê, lê belê demeke diyar nehatiye destnîşankirin.
Nûvekirina herî dawî: 13:35:12









































































































































































