PWK: Di êrişa dronî ya Dewleta Îranê de pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê şehîd ket

Komara Îslamî ya Îranê bi dronên bombebarkirî êrişî kampeke Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê kirîye.
Di encama vê êrîşê de pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê keça kurd Xezal Mewlan Çeperabad şehîd ketîye, du peşmerge jî birîndar bûne.
Li gel ku nuha di navbera Amerîka/Îsraîl û Îranê de agirbesteke heye jî, Dewleta Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayîne hîna jî di êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û kampên li Başûrê Kurdistanê yên ku sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn berdewam in.
Li gel êrîşa ku roja 14.04.2026ê li ser kampa Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê hatîye kirin, her roja 14.04.2026ê êvarî bi dronekê êrişî Kampa Azadiyê ya PDK-İranê ya li Koysancax a Hewlêrê hatîye kirin. Du dron li sînorê qezaya Xelîfanê hatine xistin. Dîjeterora Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de belav kir ku roja 14.04.2026ê di saet 17:04ê êvarî de, du dronên bombekirî yên ku ji axa Îranê ve ber bi Hewlêrê ve hatibûn arastekirin, ji alîyê firokeyên şer ve hatin têkşikandin.
Em van êrîşên dewleta Îranê û û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayîne û şehîd kirina pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê keça kurd Xezal Mewlan Çeperabad rûreş dikin. Sersaxîyê ji malbata Xezal Mewlan Çeperabad, ji rêvebir û endamên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û ji gelê me re, şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Nûvekirina herî dawî: 13:35:58







































































































































































