Ji AK Partî û DEVAyê bo hilbijartina dersên Kurdî bangawazî

Serokê Şaxa Amedê ya partiya DEVAyê, parêzer Cîhan Ulsen û Endamê Encûmena Rêveberiya Navendî yê AK Partiyê Alaattîn Parlak bang li xwendekar û dê û bavan kirin ku dersên bijarte de Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.

11 Çile 2023 - 02:35
11 Çile 2023 - 02:35
 0
Ji AK Partî û DEVAyê bo hilbijartina dersên Kurdî bangawazî

Alaattîn Parlak li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zaraveyên Kurdî yên Kurmanî û Zazakî û Tirkî ji bo hilbijartina dersên Kurdî peyamek belav kir û tê de wiha dibêje “EZ DERSA XWE HILDIBIJÊRIM Dîn û Zimanê Xwe Hîn Dibim.. EZ DERSA XO WEÇÎNENA Ez dînê xo û ziwanê xo musena.”

Serokê Şaxa Amedê ya partiya DEVAyê Cîhan Ulsen jî bi Zazakî tweetek perve kir û ji dêûbav û xwendekaran xwest ku dersên Kurmancî an jî Zazakî hilbijêrin.

Ev nûçe bi tevahî 763 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:41:19