Li Amûdê jinek û kurê wê yê 2 salî wenda bûn

Li bajara Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê jinek û kurê wê yê 2 salî wenda bûne û heta niha ti agahî ji wan nayê wergirtin.

11 Çile 2023 - 02:33
11 Çile 2023 - 02:33
 0
Li Amûdê jinek û kurê wê yê 2 salî wenda bûn

Li bajarê Amûdê ev 3 roj in jineke bi navê Rokistan Ebdulwehab û kurê xwe yê 2 salî wenda bûne, hevjînê wê bi rêya Rûdawê bang dike, her kesê tiştekî li ser bizanibe wan agahdar bike.

Hevjînê Rokistan, Lûeyî Alocî got, wî roja 7ê vê mehê hevjîn û kurê xwe yê 2 sal û şeş mehî yê bi navî Cûdî biriye otogara Amûdê ji bo ku bi serdan biçe mala xwîşka xwe ya li Qamişloyê. Piştî saatekê Alocî telefonî hevjîna xwe kiriye, û hevjîna wî jê re gotiye ku ew gihiştiye Qamişloyê, piştre telefona wê hatiye girtinû heta niha tiştekî li ser wan nayê zanîn.

Lûeyî Alocî, agahiyê daye hêzên asayişê û wan jî dest bi lêkolînan kirine. Herweha alocî serdana hemû malên kesûkarên hevjîna xwe kiriye û tu kesî ew nedîtine.

Ev nûçe bi tevahî 557 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:00:37