Ji artêşa Iraqê daxuyaniya HSDê

Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê General Yehya Resûl ji bo avakirina navenda kordînasyona hevpar a bi Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) re got: "Ti planeke me ya avakirina navenda kordînasyonê hevpar bi HSDê re tineye."

13 Berfanbar 2017 - 09:09
13 Berfanbar 2017 - 09:09
 0
Ji artêşa Iraqê daxuyaniya HSDê

Fermandarê Operasyonên Hevpar ê Iraqê General Yehya Resûl ji bo avakirina navenda kordînasyona hevpar a bi Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji ajansa Spûtnîkê re got: "Ti planeke me ya avakirina navenda kordînasyonê hevpar bi HSDê re tineye."

General Yehya Resûl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rastiya meseleyê ev e ku fermandarê artêşa Iraqê yê herêma Cezîreyê li sînorê Sûriyeyê bi fermandarê HSDê re hevdîtinek pêk anî. Armanca hevdîtinê tenê kordînasyon bû û ji vê ne zêdetir û ne jî kêmtir bû. Ev rewşeke xwezayî ye ku dema hêzên me digihîjin cihekî van hevdîtinan pêk tînin."

HSDê 2 roj berê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku wan li sînorê Iraq û Sûriyeyê bi artêşa Iraqê re hevdîtinek pêk anî ne û li herêmê ji bo kordînasyonê wê navendeke hevpar ava bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1195 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:09:20