Li Meclisa Tirkiyeyê nîqaşa peyva ‘Kurdistan'

Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir di axaftina xwe ya Meclisa Tirkiyeyê de peyva Kurdistanê bi kar anî. Li meclisê peyva Kurdistanê bû sedema nîqaşan.

13 Berfanbar 2017 - 07:50
13 Berfanbar 2017 - 07:50
 0
Li Meclisa Tirkiyeyê nîqaşa peyva ‘Kurdistan'

Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir di axaftina xwe ya hevdîtinên budceya salê ya meclisê de got: "Ez wekî ewladekî kurdan, wekî nûnerekî ku ji Kurdistanê hatime daxwaza min ev e ku meclis ji bo kurd û tirkan bibe cihekî hevpar." Axaftina Baydemir li meclisê bû sedema nîqaşan.

Li gorî nûçeya CNN Turkê, Wekîla Serokê Meclisa Tirkiyeyê Ayşenur Bahçekapili ji Osman Baydemir pirsî Kurdistan kudere? Baydemir destê xwe bire dilê xwe û got: "Kurdistan di vir de ye."

Bahçekapili bertek nîşanî bersiva Osman Baydemir da û got: "Hûn ne parlamenterê Kurdistanê, hûn parlamenterê Rihayê ne."

Ev nûçe bi tevahî 1556 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:35:20