Ji ber ala Kurdistanê girebesta lîstikvanê Fenerbahçeyê hat betalkirin

Lîstikvanekî Fenerbahçeyê ji ber ecibandin û nivîsandina "Her Bijî" li ser ala Kurdistanê, ji aliyê klûbên tirk ve hat betalkirin.

28 Mijdar 2022 - 05:02
28 Mijdar 2022 - 05:02
 0
Ji ber ala Kurdistanê girebesta lîstikvanê Fenerbahçeyê hat betalkirin

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan li ser Twitterê nivîsî, Fenerbahçeyê peymana Ozan Suncak ji ber ku li ser Twitterê piştgirî da Ala Kurdistanê betal kiriye.

Ocalan wiha nivîsî: "Nikarin bi vî rengî rastiya kurd û Kurdistanê biqedînin. Ji ber vê polîtîkaya qirêj wê civakê bi jehrê bixin."

Ozan Suncakê ku welatiyê Almanyayê yê ji Bakurê Kurdistanê ye, berê di SSV Reutlingenê da dilîst û paşê derbasî Fenerbahçeyê bû û ji ber piştgirîkirina ala Kurdistanê peymana wî hat betalkirin.

Ev nûçe bi tevahî 760 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:35:41