Kerkûk: Plana êrîşa DAIŞê hat pûçkirin

Li Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê hatin girtin, ku dixwestin li wê parêzgehê kiryarên terorîstî pêk bînin.

28 Mijdar 2022 - 05:19
28 Mijdar 2022 - 05:19
 0
Kerkûk: Plana êrîşa DAIŞê hat pûçkirin

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihand, 3 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê hatine desteserkirin, ku plana êrişên terorîstî li wî bajarî dikirin.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Asayişa Iraqê, ew her sê çekdar piştî ku zanyariyên derbarê amadekariyên êrişa ser hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Kerkûkê bidest xistin, di operasyoneke taybet de hatin girtin.

Çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) roja çarşemê ragihand ku di êrîşeke li ser xaleke artêşa Iraqê li bakurê Kerkûkê de 4 leşkerên Iraqî hatin kuştin.

Roja 6ê Hezîrana 2014ê hejmarek çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbasî nav axa Iraqê bûn û di nava 3 rojan de bi taybet di 9ê Hezîrana îsal de êrişî Mûsilê kirin û di demeke pir kin de bajar kontrol kirin

Kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve piştî wê yekê hat, ku bi hezaran leşkerên Iraqî bê rûbirûbûn reviyan û cebilxaneyeke mezin a çekan ji rêxistinê re hiştin, şiyanên leşkerî yên DAIŞê bihêz kirin û li navenda Mûsilê dest bi tevgerên xwe yên leşkerî kirin.

Rêveberiya wê demê ya Amerîkayê bi serokatiya Barack Obama bi lezgînî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi pêşengiya Amerîkayê bi beşdariya 22 welatan hat avakirin û êrîşên asmanî li dijî wê rêxistinê pêk anîn û êrîşên li dijî DAIŞê jî ji bo rawestandina êrîşan û vegerandina navçeyên dest pê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 348 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:48:36