Ji ber kêmbûna kahrebeyê xelk xwepêşandanê dikin
Li Kerkûkê ji bilî guhertina demografiyê li herêmên kurdan av û kehreba jî li herêmên kurdan nîne û xelk dibêjin parêzgarê bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin hewl dide kurd ji herêmên xwe derbikevin.

Niştecihên sînorên Pirdê yên Kerkûkê jî dibêjin, hewl tê dayîn ku ew herêma xwe biterikînin û li dijî wan derdikevin û parêzgarê Kerkûkê bi vê hewldanê tohmetbar dikin, ji ber ku dibêjin na, av û elektrîk nîne.
Hemwelatî dibêjin rojane kêmtirî 2 demjimêran ceyran didin 15 gund û şêniyên Pirdê û xelkê deverê ji vê rewşê narehet û nîgeran in.
Welatiya bi navê Samiya Elî ku ji gundê Hasarî Gewre ye wiha got: "Desthilatên niha yên Kerkûkê ji Sedam Husên xerabtir in. Eger wisa nebe em ê nekevin vê rewşê. Ji me re gotine bila her sê rojan carekê nîv saetê ceyran bistînin yan na."
Hêrsa gel gihiştiye wê astê ku şêniyên sînor rêya sereke ya Kerkûk û Hewlêrê bi temamî girtine.
Nîhad Mihemed yek ji xwepêşanderan got: “Ev 15 roj in gundên vê herêmê bê ceyran in, di vê germa havînê de kengê rast e ku 10 roj bê ceyran be? Destê wî li pişt heye ku vî sînorî vala bike.
Herwiha, xwepêşanderê bi navê Alî Cafer dibêje: "Tiştê ku tê kirin bê guman wêrankirin e. Ev deverên bê elektrîk cihên ku çandinî lê tê kirin in."
Nûvekirina herî dawî: 14:01:26