Ji ber nivîsa bi Kurdî ceza li Amedsporê hat birîn
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber dirûşma bi Kurdî ya li ser formayê Amedsporê 110 hezar lîreyê Tirkî ceza li Amedsporê birî.

Amedspor di dîroka futbolê ya Tirkiyeyê de bûbû tîma yekem ku di lîgên profesyonel de li ser formayê xwe sloganeke bi Kurdî hilgirtibû.
Tîma Amedê bi kompanyaya Tezgel Komê re peymana sponsoriyê îmze kiribû û di maça Pendiksporê de bi logoya sponsor û dirûşma "Koma Me Bona We" derketibû qadê.
Dirûşma bi Kurdî bi erêkirina fermî ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê hatibû bikaranîn û ev yek di lîgên profesyonel de bûbû cara yekem.
TFFyê pêşî qebûl kir, paşê ceza da
Federasyona ku berê sponsor û dirûşma Amedsporê erê kiribû, vê carê piştî maça bi Sakaryasporê re bi hinceta "binpêkirina rênimayên amûrên sporê" 110 hezar lîre ceza li Amedsporê birî.
Serokê Amedsporê Burç Baysal diyar kir ku ceza piştî maça Sakaryasporê û bi hinceta dirûşma bi Kurdî hatiye dayîn.
Baysal bi bîr xist ku şirketa navborî û dirûşma wê bi awayekî fermî li Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê tomarkirî ne û TFFyê berê heman sponsorî erê kiriye.
"Bêtehamuliya li hemberî zimanê Kurdî ye"
Burç Baysal li ser mijarê ji CEGA Medyayê re axivî û got: "Me peymana sponsoriyê piştî erêkirina fermî ya TFFyê kir.
Niha jî ji ber heman dirûşma ku berê hatiye erêkirin, kluba me tê cezakirin. Ev yek bêtehamuliyeke eşkere ya li hemberî zimanê Kurdî ye."
“Hewldana astengkirina ziman û çandê ye”
Serokê Amedsporê diyar kir ku heke pêwîst be ew dê mijarê bibin dadgehê û wiha pê de çû:
"Ti bingeha yasayî ya vî cezayî nîne. Hem sponsora me û hem jî em di vê mijarê de li gorî yasayan tevdigerin.
Ev kiryar ne tenê hewldana astengkirina sporê ye, di heman demê de hewldana astengkirina ziman û çandê ye jî."
Nûvekirina herî dawî: 01:16:53