Eraqçî: Amerîka û Ewropa li şûna diyalogê şer dixwazin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, piştî civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Amerîka û welatên Ewropayê rexne kir.

27 Îlon 2025 - 11:05
27 Îlon 2025 - 11:05
 0
Eraqçî: Amerîka û Ewropa li şûna diyalogê şer dixwazin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îdia kir ku Amerîka û koma E3yê ku ji Brîtanya, Fransa û Almanyayê pêk tê, li diyalogê nagerin û li şûna wê rêya şer hildibijêrin.

Ebas Eraqçî piştî ku pêşnûmeya biryarê ya Rûsya û Çînê ya derbarê programa atomî ya Îranê li Konseya Ewlehiyê ya NYyê hat redkirin, daxuyanî da û got:

"Gotin û kirinên wan li hev nakin. Armanca wan a rastîn ne diyalog, şer e."

Pêşniyara Rûsya û Çînê hat redkirin

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşniyara ku dirêjkirina biryara li ser pirsgirêka atomî ya Îranê ji bo 6 mehan pêşbînî dikir, qebûl nekir.

Pêşnûmeya ku ji aliyê Rûsya û Çînê ve hatibû pêşkêşkirin, her wiha daxwaz dikir ku aliyên Rêkeftina Atomî ya Îranê ya 2015an (JCPOA) demildest vegerin ser maseya dan û standinan.

Di dengdana ku li Konseya 15 endamî de hat kirin, 9 welatan li dijî, 4 welatan jî li gel deng da û 2 welat jî bêalî man.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê pêşniyara redkirî wekî gaveke ku "dikare rewşê baştir bike" nirxandibû.

Rûsyayê ceza rexne kirin

Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê yê NYyê Dmitriy Polianskiy, di rûniştina Konseya Ewlehiyê de diyar kir ku ew daxuyaniyên ji bo ducare sepandina cezayan a bi ser Îranê de "bi awayekî kategorîk nas nakin".

Ev pêşhat nîşan dide ku aloziya dîplomatîk a li derdora programa atomî ya Îranê her ku diçe zêdetir dibe.

 

Ev nûçe bi tevahî 39 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:49:11