Ji ber şerê Tirkiye û PKKê çar kesan canê xwe ji dest dan
Ji ber şerê Tirkiye û gerîlayên PKKê û bombebarankirina du gundên li quntara çiyayê Qendîlê, çar kesan jiyana xwe ji dest dan, ku hemû ji malbatekê ne.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku gundên Biredê û Aşqûlke hatine bombebarankirin û çar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha welatiyekî ji navçeya Sengeser ji Rûdawê re ragihand: “Termên kuştiyan û welatiyên birîndar niha li Nexweşxaneya Sengeser in.”
Li gor gotina şahidekî bûyerê, çar kesan jiyana xwe ji dest dane û pênc kes jî birîndar bûne û hemû ji heman malbatê ne.
Herwiha şahidê bûyerê eşkere kir ku Ebdullah Alî Mîne li gel sê zarokên xwe canê xwe ji dest daye û sê zarokên wî li gel hevjîn û bûkeke wî birîndar in.
Nûvekirina herî dawî: 13:57:21