Ji bo 5 bajarên kurdan hişyariya aşîtê hat dayîn

Meteorolojiyê Tirkiye diyar kir ku li çiyayên bi berf ên bajarên Meletî, Elezîz, Semsûr, Dêrsim û Çewlikê metirsiya aşîtê heye.

13 Sibat 2017 - 04:53
13 Sibat 2017 - 04:53
 0
Ji bo 5 bajarên kurdan hişyariya aşîtê hat dayîn

Miduriyeta Herêma 13emîn a Meteorolojiyê bi daxuyaniyeke niviskî daxuyand ku rewşa hewayê ya Meletî, Elezîz, Dêrsim û Çewlikê ewrayî ye û piştî saetên êvarê hûr hûr wê berf bibare. Meteorolojiyê diyar kir ku rewşa hewa ya Semsûrê jî ewrayî ye, li hinek cihan baran wê bibare û li cihên bilind jî berf û baran tevlihev bibare.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li cihên bilind ên bi berf metirsiya aşîtê heye û di derbarê vê yekê de welatî hatin hişyarkirin, da ku bi baldarî û tevdîr tev bigerin.

Ev nûçe bi tevahî 1734 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:32:07