Ji bo yekbûna Pêşmergeyan dîrok hat dayîn

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Rukin Bextiyar Mihemed da zanîn ku alîkariya Hevpeymanan û Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge û Îraqê heta dawiya vê salê didome.

17 Sibat 2026 - 11:08
17 Sibat 2026 - 11:08
 0
Ji bo yekbûna Pêşmergeyan dîrok hat dayîn

Rukin Bextiyar Mihemed her wiha eşkere kir ku ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge bipêşketineke baş heye.

Lîwa Rukin Bextiyar Mihemed li Hewlêrê li ser pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmerge û alîkariya Amerîka û Hevpeymanan (Koalîsyon) ji Nûçegihanê ajansa Rûdawê Horvan Rifet re axivî.

Ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge biryara avakirina 11 fîrqeyên piyade û du fermandariyên herêmî ji bo Yekîneya 70yî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekîneya 80yî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di bin banê Wezareta Pêşmerge de hatiye dayîn.

“Em hêvîdar in heta 1ê Adara 2026an bigihin encamê”

Bextiyar Mihemed qala avakirina fermandariya herêman a ji bo yekîneyên 70 û 80yî kir û got:

"Bipêşketineke baş heye. Em hêvîdar in heta 1ê Adara 2026an ev têgihiştin bigihin encamê.

Di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê, hikûmet, Wezareta Pêşmergeyan û yekîneyên 70 û 80yî de peymaneke baş heye."

Alîkariya Hevpeymanan

Amerîka û Hevpeyman (Koalîsyon) mehane nihek pereyan wekî alîkarî ji bo lîwayên piyade yên Wezareta Pêşmergeyan dişînin.

Rukin Bextiyar Mihemed li ser berdewamiya alîkariyê got:

"Heta dawiya vê salê dê bidome. Paşê jî dimîne li ser biryara Amerîka û Hevpeymanan a li ser hêza Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê yên Îraqê."

 

Ev nûçe bi tevahî 93 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:56:58