Ji Dadgeha Federala Iraqê biryara referandûmê!

Dadgeha Federalî ya Iraqê hukm xwar ku referandûma Herêma Kurdistanê dijî makekanûnê ye.

20 Mijdar 2017 - 05:26
20 Mijdar 2017 - 05:26
 0
Ji Dadgeha Federala Iraqê biryara referandûmê!

Dadgeha Federal a Iraqê îro ji bo guftûgokirina dosyeya di derbarê referandûma serbixwe ya Herêma Kurdistanê de li hev kom bû û biryara xwe ya li ser referandûmê da.

Dadgeha Federalî di biryara xwe de got, \"Ew referandûma di 25\'ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê û çend navçeyên din bi rêve çû, ne destûrî ye û divê hemû encamên wê werin hilweşandin.\"

Di 25\'ê Îlona 2017\'an de li Herêma Kurdistanê û çend navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê referandûma ji bo serbixwebûna Kurdistanê hatibû lidarxistin û di encamê de ji sedî 93 dengê \'erê\' derketibû. Piştî referandûmê di 16ê Cotmehê de hêzên artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî li dijî Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê operasyona dabû destpêkirin. Hêzên Pêşmerge ji van deran bêyî şer bikin vekişayabûn û ji wê demê şûnde kêşeyên navbera Bexda û hewlêrê de kûrtir bûbû.

Ev nûçe bi tevahî 1608 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:59:14