Ji Demirtaş bi 4 zimanan peyama li ser Îranê
Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş derbarê sepandina cezyê darvekirinê li ser xwepêşanderan de bi 4 zimanan peyamek belav kir û di peyama xwe de hikûmeta Îranê şermezar kir.

Siyasetvanê Kurd Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bi 4 zimanên Kurdî, Farsî, Azerî û Tirkî li hember cezayê darvekirinê li Îranê bertek nîşan da.
Demirtaş di peyama xwe de dibêje, “Ez dewleta Îranê ya ku daxwaza azadiyê ya gelan bi kuştin, girtin û sêdareyan difetisîne şermezar dikim!”
Di beşeke din a peyama xwe de Demirtaş dibêje, “Daxwaza azadiyê ya gelan bi îdamkirin, lêdan û zindanan nayê rawestandin. Bi kuştinê daxwaza azadiyê nayê tunekirin.”
Nûvekirina herî dawî: 12:00:04