Ji Ewropayê heyetek dê Abdullah Ocalanî ziyaret bike

Komek parlementerên Parlementoya Ewropayê ku ji 13 kesan pêk tê dê Abdullah Ocalanî di hepsa Îmralî de ziyaret bike.

10 Sibat 2017 - 03:58
10 Sibat 2017 - 03:58
 0
Ji Ewropayê heyetek dê Abdullah Ocalanî ziyaret bike

Hat ragihandin di nav kesên ku dê ziyaretê pêk bînin de, hin akademîsyen û hîndekarên zanîngehan jî hene.

Li gorî nûçeya ANFê heyeta ku serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê da ye dixwaz e roja 30ê meha yekê serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê da.

Di nav heyetê de ji Tifaqa Koma Demokrat û Sosyalîstan a Pêşverû, endamê Parlamentoya Ewropayê Costas Mavrîdes, ji Îngiltereyê nivîskar û rojnamevan Jonathan Stelele, ji Koma Yekîtiya Çep a Ewropayê, endama Meclîsa Parlamentoya Ewropayê Ûlla Sandbaek jî hene.

Heyet serîdana xwe de hêvî kiriye ku hevdîtin di navbera rojên 17-18 yan jî 19ê Sibatê de bê organîzekirin.
Hat ragihandin daxwaza hevdîtina heyetê derbarê prosesek nû ya çareseriya doza kurd, lêgerîna rê û rêbazeke aştiyane ye.

Ev nûçe bi tevahî 1762 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:57:24