Ji Pentagonê daxuyaniya YPG'ê

Pentagonê ragihandiye, ew tekezî li ser hevbeşiya xwe ya li gel Hêzên Sûriyeya Demorkatîk dikin.

28 Mijdar 2017 - 03:31
28 Mijdar 2017 - 03:31
 0
Ji Pentagonê daxuyaniya YPG'ê

Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand, ew dê li ser hevkariya xwe ya bi Quwetên Sûriyeya Demorkatîk (QSD) re ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serkêşiya wê dike, berdewam bin.

Pentagonê herwiha diyar kir, wan ji Tirkiyê re ragihandiye, ew çekên ku ji grûpên sûrî yên çekdar re tên şandin, tenê ji bo erkên leşkerî yên sînordar û diyarkirî ne.

Ragihandina berdewambûna alîkarî û hemahengiya navbera Pentagonê û hêzên Kurdî yên li Sûriyê di demekê de ye, ku pêştir berpirsên Tirkiyê ragihandibûn, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotûbêjeke telefonî de li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan soz daye, ku êdî çek ji YPG'ê re neyên şandin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser wê mijarê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku Turmp tekez kiriye ku wî rênimayî û ferman daye fermande û generalên amerîkî û Şêwirmenda Asayişa Netewî ya Amerîkayê McMaster ku êdî nabe çekan bidin YPG'ê.

Çavuşoglu herwiha gotibû, ew weke Tirkiyê ji wê helwestsa nû ya Trump û Amerîkayê ya li hember YPG'ê razî û spasdar in û hêvî kiribû, ku di pratîkê de wê helwesta Waşingtonê bibînin.

Ev nûçe bi tevahî 1007 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:45:39