Ji Pêşmerge bo Bexda bi 5 xalan pêşniyara çareseriyê
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê daxûyaniya Fermandeya Operasyonên hevkar ya Iraqê ku dibêje, Pêşmerge rêkeftina herdû aliyan îxlal kiriye, ser vî esasê pêşniyarek bo çareseriyê ku 5 xalan pêktê pêşkêşî Bexdayê kir.

Di daxûyaniya Asayîşa Herêma Kurdistanê de, di 5 xalan de pêşniyar li hikumeta Iraqê dike, di derbarê amadekirina budceyê, ku bi bêbeşdariya hikumeta herêma Kurdistanê hatiye amadekirin û daxwaz dike ku neyên pesend kirin, ew 5 xal ev in:
Hemû eniyan de ragihandina agirbest, Li hemberî şerê DAÎŞ'ê berdevamkırına hevkariya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, Heya ketina meriyeta makekanûna pêwendî hemû herêmên nakok bicihkirina hêzên hevpar, Di bin sîwana hevpeymanî de û li gorî yasayên Iraqê dsetpê kirina hevdîtinên siyasî û destpê kirina avabûna komîteyên leşkerî, zagonî û rêveberî, Heya gehiştina rêkeftinek li gorî destûra Iraqê li Pêşxabûrê bicihkirina Hêzên Pêşmerge, Iraq û Koalîsyone.Her wiha di daxûyaniyê de bal kişand li ser êrişan ku di van êrişan de artêşa Iraq û Heşdî Şabî bi çekên giran ên Amerîkî.
Nûvekirina herî dawî: 23:27:25