Ji Serok Barzanî bo hûrgelanan: Wê maf bikeve dibin garantiyê
Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li serok, sekreter û nûnerên partiyên Xirîstiyaniyên Kurdistanê kir û rûdanên dawî nirxand.

Serok Barzanî spasiya helwesta niştimanî ya partiyên Xiristiyanî kir ji bo piştevanîkirina li proseya referandûmê û behsa wan sedeman kir, ku gelê Kurdistanê biryara referandûmê da û bûyerên piştî referandûmê jî çespand ku biryara gelê Kurdistanê çendî rast û rewa bû.
Her wiha di wê civînê de, proseya siyasî ya Kurdistanê xiste ber guftûgoyê û tekezî li ser encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Iraqê kir, wek çareseriyeke guncaw ji bo proseya siyasî ya herêmê.
Di beşeke din ya civînê de, tekezî li ser maf û beşdariya tevahiya pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê di proseya siyasî û gerentiya mafên wan di destûra bê ya Herêma Kurdistanê de hate kirin, ku berî encamdana referandûmê referandûmê di belgeyekê de hatibû pesendkirin.
Rewşa navçeyên deşta Neynewa û gefên li pêş pêkvejiyanê û dahatiya wan navçeyan tewereke din ya wê civînê bû.
Nûvekirina herî dawî: 01:58:27