Ji walîtiya Amedê jibo 9 navçeyan hişyariya rabûna lehiyê

Ji Walîtîya Amedê ragihand ku îro xetereya rabûna lehiyê ji ber barana zêde heye. Hişyarî bo navçeyên wek Çermuk, Çunguş, Erxenî, Pîran, Gêl, Hênê, Karaz, Licê û Qulpê hatiye dayîn.

5 Gulan 2022 - 09:40
5 Gulan 2022 - 09:40
 0
Ji walîtiya Amedê jibo 9 navçeyan hişyariya rabûna lehiyê

Parêzgeriya Diyarbekir ragihand, li gorî agahiyên ji Gerînendehiya Meteorolojiya Herêma 15. hatine wergirtin li 9 navçeyên Diyarbekir xetereya rabûna lehiya ji ber barana zêde heye.

Navçeyên ku xetereua lehiyê li wan heye Çermuk, Çunguş, Erxenî, Pîran, Gêl, Hênê, Karaz, Licê û Qulpê ye.

Tê amajekirin ku heta demjimêr 19.00ê jî xetere didome û bang li welatiyan tê kirin ku hember rabûna lehiyê bila hay ji xwe hebin û bergiriyên xwe jî li gorî vê yekê bistînin ku îxtîmal heye vedana biruskê, bayê xurt, astengiyên trafîkê û barîna zîpikê li van deveran heye.

Ev nûçe bi tevahî 752 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:08:33