Josep Borrell: YEyê wê 30 hezar leşkerên Ukraynî perwerde bike

Dîplomatê payebilind yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell ragihand ku ewê îsal 30,000 leşkerên Ukraynî perwerde bikin.

3 Sibat 2023 - 06:05
3 Sibat 2023 - 06:05
 0
Josep Borrell: YEyê wê 30 hezar leşkerên Ukraynî perwerde bike

Borrel dîyar kir ku bi qasî 20 dewlet bo perwerdekirina leşkerên Ukraynî dixebitin.

Herwiha Borell got ku ewê jibo pûçkirina mayînên li wan deverên ku jinûve ketine destê Ukrayna 25 mîlyon euro (27,5 mîlyon dolar) alîkarîya diravî bidin.

Bi dehan karbidestên payebilind yên YEyê îro roja pêncşemê bo danûstandinên ser piştgirîya leşkerî, diravî û sîyasî derbazî Ukrayna dibin.

Serdana karbidestên YEyê li salvgera yekê ya şerê Rûsya û Ukrayna tê.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerû Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.

Almanya hefteya borî dîyar kiribû ku ewê tankan ji Ukrayna re bişîne û rê dabû hevbendên xwe ku stokên xwe bo Kîevê vekin.

Kremlîn, Amerîka û hevbendên wê bi gurkirina girjîyê tawanbar dike û dibêje ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.

Ev nûçe bi tevahî 617 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:32:07