Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin

Droneke Tirkiyeyê, Kampa Mexmûrê ya penaberên Bakurê Kurdistanê ya li qezaya Mexmûrê bombebaran kir.

7 Cotmeh 2023 - 15:41
7 Cotmeh 2023 - 15:41
 0
Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin

Hat ragihandin ku Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin.

Li gorî agahiyên berdest, Kampa Mexmûrê ku di bin di kontrola hêzên hikûmeta Iraqê de ye, ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Li gorî çavkaniyên kampê bombe li hewşa mizgefta semta duyem ketiye û zerer li avahiyên derdora mizgeftê bûye.

Hat gotin ku di encama êrişê de zarokek û dayîka xwe jî birîndar bûne.

Herwiha agir bi mizgetê ketiye.

Rêveberiya Kampa Mexmûrê hêj derbarê êrîşê û zirarên wê de daxuyanî nedaye.

Herwiha ti aliyeke fermî yê hikûmeta Îraqê jî ku kampa Mexmûrê li sînorê di bin kontrola wan de ye, hîn jî derbarê êrîşa îro ti daxuyanî nedaye.

Ev nûçe bi tevahî 855 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:33:06