Karwanekî din ê Koalîsyonê derbasî Hisîçayê bû

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) karwanekî din ê leşkerî leşkerî û lojîstîk şand Rojavayê Kurdistanê.

4 Cotmeh 2025 - 10:24
4 Cotmeh 2025 - 10:24
 0
Karwanekî din ê Koalîsyonê derbasî Hisîçayê bû

Koalîsyon sewqiyata xwe ya leşkerî û lojîstîkî ya ji bo baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Hêzên Koalîsyonê doh karwanekî nû ya ku ji 15 barhilgiran pêk dihat û blokên çîmentoyê û amûrên giran ên kolandinê vediguhast, ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê Welîdê derbasî baregeha Qesrikê ya li bakurê Hisîçayê kir.

SOHRê 29ê Îlonê ragihandibû ku karwanekî Koalîsyonê ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê Welîdê derbasî nav axa Sûriyeyê bûye.

Ew karwana ku ji 25 barhilgiran pêk dihat û pêdiviyên leşkerî û lojîstîkî vediguhastin, berê xwe dabû baregeha Qesrikê ya Hisîçayê.

 

Ev nûçe bi tevahî 58 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:18:21