Heyeta Îmraliyê li ser hevdîtina Ocalan daxuyanî da
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê derbarê hevdîtina herî dawî ya daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan demokrasiya muzakereyê wekî rêbazeke bingehîn destnîşan kiriye û gotiye ku divê sedsala nû ya Komara Tirkiyeyê li ser bingeha hiqûqa aştî û demokrasiyê bê avakirin.
Daxuyaniya DEM Partiyê wisa ye:
“Di 3yê Çiriya Pêşîn a 2025an de, me li Girtîgeha Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re nêzîkî sê saet û nîvan hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan wekî her carê bi moral, tendurist û bi xwebaweriyeke bilind bû.
Wî anî ziman ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku sala borî dest pê kir, li welat şer û pevçûn rawestandiye û pêşî li gelek metirsiyên mezin girtiye û her kesê ku di vê yekê de rola xwe lîstiye, xwedî kedek bi rûmet û mezin e.
Birêz Ocalan got, “Şaristanî piştî sê sedsalên pevçûnên wêranker û windahiyên mezin di şerên cîhanî de, demokrasiya muzakereyî wekî modelekî çareseriyê ya girîng pêş xist.
Bingeha vê rêbazê divê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê yên navxweyî û derveyî esas bê girtin.”
Rêzdar Ocalan pêşniyaz kir ku di hemû têkiliyên siyasî û civakî de muzakereya demokratîk serdest be.
Birêz Ocalan, daxuyaniya 27ê Sibatê bi bîr xist û got, “Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye” û destnîşan kir ku di qonaxa gihîştî de, tespîtkirin û cîbicîkirina pêwîstiyên hiqûqî bi nêrîneke rast û yekgirtî gelekî girîng e.
Taliyê Birêz Ocalan anî zimên ku divê sedsala nû ya Komarê li ser bingeha hiqûqa aştî û demokrasiyê bê avakirin.”
Nûvekirina herî dawî: 01:17:47