Kempêna “Newroza Camanê” dewleta Îranê xist nav panîkê!

Li Kurdistana Rojhilat kempêna “Newroza Camanê” didome û 2 welatiyên kurd ji ber ku camane dabûn serê xwe, hatin girtin.

19 Adar 2017 - 03:42
19 Adar 2017 - 03:42
 0
Kempêna “Newroza Camanê” dewleta Îranê xist nav panîkê!

Îsal li Kurdistana Rojhilat, kempênek bi navê “Newroza Camanê” ji aliyê komek çalakvanên siyasî û sivîl ve hatiye ragihandin. Çalakvanên ku kempêna han dane destpêkirin, bang li hemû kurdên Rojhilatî dikin di pîrozbahiyên Newrozê de camanê (desmal) bidin serê xwe.

Di heyama çend rojên borî de kirrîna camanê pir zêde bûye ji ber wê jî hêzên ewlehiyê yên Îranê jî ketin panîkê û tedbîrên tund li dijî kirrîna camanê girtine.

Li gorî agahiyên BasNewsê, duh li Ormiyê kesek û li Seqizê jî kesek, ji ber ku caman dabûn serê xwe, hatin girtin.

Ev nûçe bi tevahî 1976 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:16:48