Kîjan bajarê Bakurê Kurdistanê çend parlamenteran derdixe?

Biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê ya derbarê hejmara parlamenteran a parêzgehan û herêmên hilbijartinê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

14 Gulan 2023 - 03:45
14 Gulan 2023 - 03:45
 0
Kîjan bajarê Bakurê Kurdistanê çend parlamenteran derdixe?

Enqerê 36, Stenbol 98, Îzmîr 28 parlamneter dişînin parlamnetoyê. Li aliyê din dê ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê Amed 12, Riha 14, Mêrdîn 6 parlamenter biçin parlamentoya Tirkiyê.

Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK) ji bo Hilbijartinên Serokomariyê û Parlamenteriyê yên ku di 14ê Gulanê da tên kirin da hejmara herêm û parlamenteran nû kir.

Li gorî vê li Enqerê 3 herêm henê û 36 parlamenter tên derxistin, li Bursayê 2 herêm û 20 parlamenter, Stenbolê 3 herêm 98 parlamenter û Îzmîrê 2 herêm hene e 28 parlamneter tên derxistin.

Li aliyê din hejmara parlamenterên bajarên Bakurê Kurdistanê jî hat diyarkirin.

Li gorî vê hejmara parlamenterên bajarên Bakurê Kurdistanê wiha ne:

Amed 12

Riha 14

Dîlok 14

Wan 8

Mêrdîn 6

Colemêrg 3

Êlih 5

Semsûr 5

Agirî 4

Çewlig 3

Bedlîs 3

Xarpêt 5

Erzerom 6

Qerrs 3

Meletî 6

Mereş 8

Mûş 3

Sêrt 3

Dêrsim 1

Şirnex 4

Îdir 2

Ev nûçe bi tevahî 480 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:56:09