Kobanî, Amûdê û Dêrik tên bombebarankirin: Wezareta Tirkiyeyê daxuyanî da

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê 15 cihên ku Kobanî jî di nav de ye hatine bombebarankirin.

7 Cotmeh 2023 - 05:54
7 Cotmeh 2023 - 05:54
 0
Kobanî, Amûdê û Dêrik tên bombebarankirin: Wezareta Tirkiyeyê daxuyanî da

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bombebaran esmanî yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku duh demjimêr 22:00yan 15 cih hatine bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku depoyên çekan û baregehên şervanan bûne armanc.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê herwiha anî ziman:

“Em sivîlan, dostên xwe û şûnwaran diparêzin.”

Li aliyê din, Berpirsê Ragihandinê yê HSDyê Ferhad Şamî jî daxuyaniyek belav kir û got:

“Kobanî, Amûdê û Dêrik rastî bombebarana tund û hovane ya balafirên şer ên Tirkiyê tên.”

Ev nûçe bi tevahî 757 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:47:04