Komeleya Zehmetkêşan: Pêşmergeya me di êrişa dronî de şehîd ket
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ragihand, yek ji sê Pêşmergeyên ku îro di êrişa bi dronan a li ser Kampa Sûrdaşê de birîndar bibûn, ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê yê Hewlêrê Emced Husên Penahî li ser mijarê ji ajansa Rûdawê re axivî.
Emced Husên Penahî got, "Kêliyek berê yek ji Pêşmergeyên me yên birîndar a bi navê Xezal Mewlan ji ber giraniya birîna xwe şehîd ket."
Rewşa du birîndarên din baş e
Emced Husên Penahî li ser rewşa birîndarên din ên heman êrişê got:
"Du birîndarên me yên din mane û rewşa tenduristiya wan cîgir e."
Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê jî îşev daxuyaniyek belav kir û tê de got:
"Hevala me Xezal Mewlan Çeperabad, Pêşmergeya Komeleyê, şehîd ket.
Hevala me Xezal a ku îro ji ber êrişa bi dronan a Komara Îslamî birîndar bibû, piştî ku gihîşt nexweşxaneyê, ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdên Komele û Kurdistanê bû."
"Dilekî tijî hêvî sekinî"
Xezal Mewlan ji bajarê Mehabadê ye.
Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê diyar kir, "Wê wekî bi hezaran keçên şoreşger ên Kurdistanê, ji bo têkoşîn û xebata li dijî her cure cudakariyê refên Komeleyê hilbijart.
Îro dilekî tijî hêvî bi destê sûcdarên Komara Îslamî ya Îranê sekinî lê bêguman moral û vîna keç û xortên Kurdistanê ya ji bo azadî û serxwebûnê didome."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin "Ev êrişa terorîstî, delîleke din a pîşeya dijmirovahî û dijazadî ya Komara Îslamî ya Îranê ye; rejîmeke ku ji bo parastina desthilata xwe, ji bo kuştin û çewisandina xelkê têkoşer ti sînoran nas nake.
Em sersaxiyê li malbata hevala xwe Xezal, hemû hevalên wê û xelkê têkoşer ê Kurdistanê dikin."
Ev di demekê de ye ku piştî nîvroya îro droneke bombebarkirî kampa li Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê kiribû hedef ku ew der cihê niştecihbûna Pêşmerge û malbatên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ye.
Nûvekirina herî dawî: 13:05:23