Konsulê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin
Rojnamevan û dîplomatkar Mark Straw, wek Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê nû li Hewlêrê hat destnîşankirin.

Li gor zanyariyên K24ê, di demeke nêzîk de Mark Straw weke Konsulê Amerîka yê nû li Hewlêrê hat destnîşankirin û erkê wî dê salekê dirêj bike.
Konsulê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê pêştir li bajarên Besra û Hille yên Iraqê kar dikir û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li bajarê Karaçî yê Pakistanê bû.
Roja 17.08.2023an erkê Konsulê Giştî yê berê yê Amerîkayê Ervin Hicks li Herêma Kurdistanê bidawî bû û di peyamekê de ragihand, di heyama sala borî de wan kariye pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kûrtir û berfirehtir bikin.
Di çarçoveya planên Wezareta Derve ya Amerîkayê de, salane guhertin di postê Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê de çêdibin û her konsulek salekê li ser karê xwe bimîne.
Nûvekirina herî dawî: 00:01:19