Kûpaya Cîhanî: Arjantîn derket fînalê

Arjantîn di pêşbirka nîvfînalê de bi 3-0 ji Kirwatyayê bir û bû fînalîstê yekem.

14 Berfanbar 2022 - 03:13
14 Berfanbar 2022 - 03:13
 0
Kûpaya Cîhanî: Arjantîn derket fînalê

Di pêşbirka ewil a nîvfînalê ya Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2022an da Arjantîna û Kirwatya hatin hemberî hev.

Golên Arjantînê di xuleka 35an de Messi bi penaltiyê, di xulekên 39 û 69 an de Julian Alvarez avêtin û skor bû 3-0.

Arjantîn bi vê encamê bû yekem tîma ku di Kûpaya Cîhanî ya 2022an de çû fînalê.

Ev nûçe bi tevahî 892 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:34:23