Leşkerên Rûsyayê derbasî bajarê Reqayê jî bûn

Ji bo cara yekem, leşkerên Rûsyayê derbasî bajarê Reqayê bûn û hevkarî li xelkê bajêr belav kirin.

10 Berfanbar 2019 - 03:23
10 Berfanbar 2019 - 03:23
 0
Leşkerên Rûsyayê derbasî bajarê Reqayê jî bûn

Ajansa “Novosti” a Rûsyayê belav kir, serbazên Rûsyayê bo cara yekem derbasî bajarê Reqayê bûn û 2 hezar selikên xwarin li xelkê wî bajarî belav kirin û dest bi pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî kirin.

Efserê di Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê li Sûriyê Vladîmîr Varnavisky ragihand, jêrxaneya bajêr ji encama êrîşên esmanî yên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi tevahî wêran bûye.

Vladîmîr Varnavisky amaje bi wê jî da, hîna karê pakirina avahiyên hilweşyayî û pûçkirina mîn û bombeyên vedayî li Reqayê bidawî nebûne û xwarin û ava vexwarinê li bajêr kêm e.

Çekdarên DAIŞê di sala 2013an de bajarê Reqayê kontrol kiribû û ew kirin paytexta xîlafeta DAIŞê, di sala 2017an de jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka, bajarê Reqayê kontrol kir.

Ev nûçe bi tevahî 1053 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:25:26