Li Rojhilatê Kurdistanê 2 hezar xwepêşander hatine girtin

Nasnameya zêdetir ji 2 hezar girtî ji rojhilatê Kurdistanê, piştî xwepêşandanên meha derbasbûyî hat eşkerekirin.

10 Berfanbar 2019 - 03:19
10 Berfanbar 2019 - 03:19
 0
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 hezar xwepêşander hatine girtin

Malpera Hengaw a Mafên Mirovan navên girtiyên xwepêşandanên meha derbasbûyî li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kiriye, ku heta niha zêdetir ji 2 hezar xwepêşander ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

Wê malperê ew yek jî eşkere kiriye, operasyonên li ser malan, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Îranê ve berdewam in û heta niha, çarenivîsa gelek girtiyan nediyar e.

Ji 15 meha bûrî ve xwepêşandan li piranîya bajarên Îranê û Rojhelata Kurdistanê li dijî birîyara hikûmetê bo zêdekirina buhayê Benzînê destpê kirin û bi hezaran xelk ji aliyê desthilatên Îranê ve hatine girtin. Li gor rêxistina Lêborîna Navdewletî, zêdetir ji 200 kes jî hatine kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 1341 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:17:40