Leşkerên Sûriyê li Minbicê bicih bûn

Efserekî artêşa hikûmeta Sûriyê ji Rûdawê re got ku hêzên hikûmetê li gundê Cib el-Ehmer li rojavayê Minbic cihên xwe girtine.

15 Adar 2017 - 02:26
15 Adar 2017 - 02:26
 0

Bi gotina wî efserî, hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên HSDê li rojavayê Minbicê li kêleka hevin û hevkariya hev dikin.

Elî Heyder herwiha behsa rêkevtina agirbestê dike û aliyên din bi binpêkirina rêkeftinê tohmetbar dike.

Elî Heyder got: “Em li vir li ser xêza rêkevtina agirbestê li gundê Cib el-Ehmer in, em hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî û hêzên parastina sînor li gel HSD û Encumena Leşkerî ya Minbc in. Em pabendî agirbestê ne, aliyê din berê ne ceddî bûn, lê niha ew pabend in û şer nîne, rojên borî binpêkirin hebûn”.

Efserekî alîkar di Artêşa hikûmeta Sûriyê de Bûraq Elî jî dibêje, ku ew di navbera hêzên Encumena Leşkeriya Minbicê û Mertala Firatê de ne.

Bûraq Elî jî ji Rûdawê re axivî û got: “Em hêzên artêşa erebî ya sûrî ne, em li gundê Cib el-Ehmer di navbera hêzên Encûmena Minbic û Mertala Firat de ne ku Tirkiyê piştevaniya wan dike”.

Fermandeyên Artêşa Sûriyê ya fermî ji Rûdawê re tekez dikin, ku ew li gundê Cib el-Ehmer li rojavayê Minbicê bicih bûne.

Çavkaniyekê ji Artêşa Sûriyê ji Rûdawê re tekez kir, ku hêzên wan li kêleka hêzên HSDê ne û ew pabendî rêkevtina agirbrstê ne.

Ev nûçe bi tevahî 4294 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:11:25