Li Agiriyê li ser hev 5 erdhej çêbûn

Li navçeya Giyadinê ya parêzgeha Agiriyê bi hêza 3,9 pileyan erdhejek çêbû.

1 Adar 2024 - 03:51
1 Adar 2024 - 03:51
 0
Li Agiriyê li ser hev 5 erdhej çêbûn

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Giyadînê ya Agiriyê demjimêr 04:45an erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê vê erdhejê di kûrahiya 7 kîlometrayan de rû daye.

Li aliyê din li navçeyên Giyadin û Bazîdê di nav saetekê de li ser hev 5 erdhej çêbûn.

Li ser zerer û ziyanên van erdhejan heta niha ti zanyarî nehatiye belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1150 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:12:55