Li Agiriyê kesek bikuştî hat dîtin

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li kêleka rê cenazeyê kesekî hat dîtin.

4 Tebax 2023 - 09:01
4 Tebax 2023 - 09:01
 0
Li Agiriyê kesek bikuştî hat dîtin

Li ser rêya Qesra Îshaq Paşayê kesên dîtin ku Bariş Daşdemir li erdê bêhereket radizê Navenda Bangewaziya Acîl a 112an ji rewşê agahdar kir.

Ekîbên polîs û tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê û tesbît kirin ku Bariş Daşdemir jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê B.D rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.

Di encama opopsiyê de derket holê ku bi çekê gule berdana Bariş Daşdemir.

Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 799 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:47:34