Li Agiriyê otomobîla leşkerî wergeriya: 2 leşker mirin

Li navçeya Bazidê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê otomobîleke leşkerî wergeriya di encamê de 2 leşker mirin.

24 Çile 2023 - 12:33
24 Çile 2023 - 12:33
 0
Li Agiriyê otomobîla leşkerî wergeriya: 2 leşker mirin

Otomobîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê îro dema li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê gereke kontrolê pêk dianî, ji ber berf û qeşayê ji rê derket û wergeriya û 2 leşker giran birîndar bûn.

Di qezayê de leşkerên bi navê Muammer Ay û Alî Aslan ên ku giran birîndar rakirin Nexweşxanya Dewletê ya Bazîdê, li nexweşxaneyê mirin.

Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê di derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 804 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:43:57