Fransa 47 jin û zarokan ji kampên Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku 15 jin û 32 zarokên xizmên çekdarên DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê bo Fransayê hatine vegerandin.

24 Çile 2023 - 07:05
24 Çile 2023 - 07:05
 0
Fransa 47 jin û zarokan ji kampên Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

Ew jin û zarokên ku hatine vegerandin, xwediyê welatînameya Fransayê ne û li kampên Roj û Hol ên li Rojavayê Kurdistanê ne.

Wezareta Derev ya Fransayê ragihandiye, “Kesên biçûk teslîmî servîsên ji bo alîkariya zarokan tên kirin” û “mezin jî teslîmî meqamên edlî hatin kirin.”

Ji bo vegerandina wan jin û zarokan, şandeke Fransayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya.

Şanda Fransî ku ji berpirsê karûbarên kirîzan a hikûmeta Fransayê Stephan Romatet û şandeyeke teknîkî pêk hatibû, duh Duşemê 23ê Çileya 2023an li bajarê Qamişlo serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) kir û ji aliyê Hevserokê Daîreyê Bedran Çiya Kurd, Cîgirê Hevserokatiyê Fener El-Giêt û endamên Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.

Li gor medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, her du aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya domandina xebatên şerê li dijî terorê û vegerandina aramî û ewlehiya herêmê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 578 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:56:48