Li Amedê minîbûsa girtîgehê wergeriya: 23 birîndar

Li Diyarbekirê baseka girtîgehê ji ber baranê qulipî, di encamê de 23 girtî û leşker birîndar bûn.

10 Çile 2024 - 08:53
10 Çile 2024 - 08:53
 0
Li Amedê minîbûsa girtîgehê wergeriya: 23 birîndar

Li gor agahîyan, baseka girtîgehê, demê ku girtîyen ji Stenbolê hatîn veguhastin ber bi Bedlîsê ve dibirin, li devera Farqînê ya Diyarbekirê ji ber baranê qulipî.

Di encama wê rûdanê de, 23 kes birîndar bûn ku 12 ji wan leşker û 11 ji wan jî girtî bûn.

Birîndar ji alîyê tîmên saxlemîyê ve ji bo nexweşxaneyên cuda cuda hatin veguhastin ku bên dermankirin.

Li gor zanyaran, li ser vê bûyerê dest bi lepirsînê hatiye kirin.

Ev nûçe bi tevahî 964 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:03:05