Li Amedê pevçûn: 3 kes birîndar in

Li navçeya Yenişehirê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî di şerê du aliyan de 3 kes birîndar bûn.

1 Çile 2024 - 05:09
1 Çile 2024 - 05:09
 0
Li Amedê pevçûn: 3 kes birîndar in

Li kolana Yaşar Kemalê ya navçeya Yenişehirê, du grupên ku li kafeyekê rûniştibûn ji ber sedemeke nediyar şerê hev kir.

Her du aliyan bi dest û kêran êrişî hev kir û di encamê de 2 kes bi kêrê û kesek jî bi lêdanê birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê birîndar veguhast nexweşxaneyên cuda yên Amedê.

Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 744 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:46:55