Li Amedê qeza: Gelek birîndar hene

Li navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê di qezayekê de 27 kes birîndar bûn.

29 Berfanbar 2023 - 10:03
29 Berfanbar 2023 - 10:03
 0
Li Amedê qeza: Gelek birîndar hene

Li gorî agahiyan, otobusa ku ji Amedê diçû Çewlîgê di navbera Licê û Amedê de ji ber pirsgirêkeke teknîkî ji rê derket û li kendal ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê 27 kesên birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku birînên birîndaran sivik in û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

Ev nûçe bi tevahî 886 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:19:04