Li Amedê ciwanek di Çemê Dîcleyê de xeniqî

Li navçeya Bismilê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve ciwanekî 26 salî dema xwest di nav Çemê Dîcleyê de xwe hênik bike, xeniqî.

29 Hezîran 2023 - 09:26
29 Hezîran 2023 - 09:26
 0
Li Amedê ciwanek di Çemê Dîcleyê de xeniqî

Li gor agahiyên hatine belavkirin, doh li gundê Bozçalî yê girêdayî navçeya Bismilê, ciwanê 26 salî yê bi navê E.E.H ku xelkê Sûriyê ye, dema dikeve nav Çemê Dîcleyê daku xwe hênik bike, dikeve ber pêlan û wenda dibe.

Li ser agahdarkirinê, tîmên AFAD, tendirustî û cendirme diçin cihê bûyerê.

Di encama kar û xebatên lêgerînê yên tîman de termê ciwanê navborî ji nav çem hat derxistin.

Term ji bo otopsiyê bo Saziya Tiba Edlî ya Amedê hat veguehstin.

Ev nûçe bi tevahî 1089 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:59:58