Li Amedê dê çend dengdêr dengê xwe bidin?

Ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Xula 28an dê li Amed a Bakurê Kurdistanê dê milyonek û 143 hezar û 887 dengdêr dê dengên xwe bidin.

14 Gulan 2023 - 03:49
14 Gulan 2023 - 03:49
 0
Li Amedê dê çend dengdêr dengê xwe bidin?

Li navend, navçe, tax û bajarokên Amedê dê îro 14ê Gulana 2023an bi giştî milyonek û 143 hezar û 887 dengdêr dê li 3 hezar û 675 sindoqan dengên xwe bidin.

Li Amedê 19 partiyên siyasî û 1 berbijêrê serbixwe dê beşdarî hilbijartinan bibin.

Partiya Yekîtiya Edaletê û Partiya Anavatanê ku li parêzgehên din berbijêr nîşan dane, li Amedê berbijêr dernexistine, Partiya Karkerên Tirkiyê ku pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê ye, Partiya Dad û Partiya Zafer ku pêkhateyên Tifaqa Ata ne bi awayekî fermî berbijêr dernexistin.

Li gorî protokola Tifaqa Milet berbijêrê rêza 2emîn a Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji bo Partiya DEVA, berbijêrê rêza 3emîn jî ji bo Partiya Saadetê hat veqetandin.

Ev nûçe bi tevahî 946 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:37:27